Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


37 mijar û 73 peyam
kurdiya ebeyê - tirşik
kurdiya ebeyê
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ebe peyvek bi tirkî ye. ji bo wan jinan tê gotin ku dema jinek ducanî, zarokê xwe tîne dinyayê, alîkariya wê dike. li gorî nişanyan, koka vê peyvê tirkiya kevin e û wateya wê dayik e. tdkê behsa koka peyvê nekiriye.

bi îngîlîzî ji bo vê pîşeyê midwife e. [mid=di îngîlîzîya kevin de "bi .. re"; wif=jin e. yanî wateya mifwife'ê, bi jinê re ye.]

di ferhengan de kurdiya vê peyvê wisa ye; "pîrik, dapîrok (pîreka ku zarokan di­de welidandin)"
lê peyva pîrik qet lê nayê û bawer nakim ji aliyê tu kesî ve jî were fêhmkirin. herkes ji bo dayika diya xwe an jî ya bavê xwe, wisa dibêjin.

wê demê ji bo pêşniyarên nû lazim in. an jî beramberê vê peyvên yên heremî, zazakî, soranî û hwd.



02.10.2016 08:46 ~08:46 | simurg56

2. pîrik e. li botanê şûna ebeyê peyva pîrik tê bikaranîn. pîrik ji wateya wê jina pîr e, berê nav kurda de jî welidandin karê van jinên pîr bû. mesele li gundê me xaleta gulê he ye, hemû zarokên diya min ji bin destê wê re derbas bûne, wê welidandine, ez jî navde ji ber wê em hê jî dibêjinê pîrkê



02.10.2016 08:57 | xendekî

3. li herêma me jî dibêjin pîrik. ji ber ku em ji diya xwe ya mezin re dibêjin "pîr", "pîrê" tevlihevî çênabe.



02.10.2016 09:48 | ceso

4. pîrik'e, pîr û pîrik ji hev cudane mînak dema meriv bibêje pîra min, an pîrê tu çewayî an jî diya bavo meriv zane ku dapîre lê dema meriv bibêje amûrê pîrika/pîrka te, wê caxê meriv zane ku a navika meriv dibireye/a meriv heyfa xwe jê distîneye *



02.10.2016 16:45 | shorbevan

5. soranî dibêjin maman, mamanî.
nenk jî heye lê her hal ji nene,nenik tê.



21.05.2017 07:33 | rûbar

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik forûm [1]
çewt nebim û magazînerên tirşikê ragihandibûn ku endazer û (vb...
wunken [1]
li gor fehma min li kurmancî wisa ye: îro roj e, rojê newroz e Ce...
bugs bunny [1]
hevalekî min gotibû bugs bunny kîvroşkekî lewçe ye, ji ber ve ...
xwarzî [1]
Rastnivîsa wê wiha ye; xwarza, çimkî ji xwar(xwîşk) û za yê pêk tê, za...
nivîskarên tirşikê çima nanivîsin an jî li ku ne? [5]
ez dinivîsînim.* lê dixwazim ser vê bipeyivim. mixabin wekî (vbnr:...
belki ev jî bala te bikişînin
» kurdiya lûrî

Kategoriyên mijarê:: ziman zanistitenduristi ziman zanistitenduristi ziman zanistitenduristi kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî